Encûmena Niştimanî ya Kurd banga çek hilgirtinê kir..Lê PYDê red dike

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), ji gelê Kobanê xwest ku hemberî DAIŞê çek hilgirin lê DYDê ev bang red kir.
ENKSê derbarî rewşa dawî ya Kobanî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat xwestin yên dikarin çek hilgirin piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin.
Di daxuyaniyê de banga hêzên Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku, destkeftiyên gel ên Kobanê bi êrişa DAIŞê têkneçe.
Her wiha di daxuyaniyê de ji raya giştî ya navneteweyî hate xwestin, nehêlin rojavayê Kurdistanê vala bibe.
ENKSê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) li Kobanê duh civiyabûn ser rewşa Kobanê û pêşîlêgirtina DAIŞê rawestiyabûn.
Di civînê de ENKSê xwestiye hêzeke serbazî ava bike lê YPG qayîl nehat ku ji bilî YPG û YPJê hêzeke dîtir li Kobanî hebe.




