Felah Mustafa pêşwazîya berpirsê ofîsa balîyozxaneya Koreya Başûr kir

Felah Mistefa berprisên pêwendîyên derve yê hukûmeta herêma Kurdistanê, roja duşemiyê 27.08.2011ê li bajarê Hewlêrê pêşwazîy berpirsê ofîsa balîyozxaneya Koreya Başûr a li herêma Kurdistanê kir.
Berpirsê ofîsa balîyozxaneya Koreya Başûr ku, bi minasebta didawîhatina wezfeya wî serdana Hewlêrê kiriye, li hember wî hevkarî û alîkariya pê re hatiye kirin, sipasiya hukûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî sipasiya fermangeha pêwendîyên derve kir û got:
Dê wê dema min li herêma Kurdistanê karkirî de pêwendîyên herêma Kurdistanê û Koreya Başûr bi awayekî ber bi çava pêşketine û ev yek jî min gelek kêxweş dike.
Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berprisê têjeliyên derve yê hukûmeta herêma Kurdistanê got ku, hukûmeta herêma Kurdistanê bi giringiyeke emzin bi pêwendîyên xwe yên digel Koreya Başûr ku, li ser esasê berjewendiyên hevbeş hatine avakirin, dide.
Mistefa herwesa behsa wan kar û xebatên ajansa Koyka a Koreya Başûr bi rêya hêzên tîma Zeytûn pêşkeşî herêma Kurdistanê kirîn kir û ew kar û çalakî bilin nirxandin.




