26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hefteya bê dê yekemîn karwana çekên almanî bighên Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Almanyayê amadekariya xwe ya derbarî şandina çekan bo Herêma Kurdistanê bi dawî anî û dê hefteya bê yekemîn karwana çekên almanî bighên Hewlêrê.

Almanya 20 fuzeyên mîlan ên dijî tank, 120 roketavêjên dijî tank bo Herêma Kurdistanê bi rê xist.

Hate ragihandin karwanê yekem ê çekên almanî hefteya bê digihîje Hewlêrê. Di heman demê de 7 serbazên almanî jî bo fêrkirina çekan dê werin.

Angela Merkel Serokwezîra Almanyayê, seriya vê mehê piştgirî dabû şerê Pêşmerge yê dijî DAIŞê û gotibû, “Ev biryara me hizmeta Ewropayê dike û metersiyek wiha heye.” Hê berê jî Almanyayê piştevaniya mirovahî û serbazî bo Herêma Kurdistanê kiribû.

Nûçeyên têkildar