26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge 2 gund li Xazirê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Îro li eniya Xazir Hêzên Pêşmerge cardî pêşrewî kirin û du gundên wê deverê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin. Herwiha li nava bajarê Mûsilê jî berpisekî mezin ji DAIŞê hat kuştin .

Seîd Memozînî, berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Îro pêncşemê li eniya Xazir Hêzên Pêşmerge cardî pêşrewî kirin û herdu gundên Til Eswed û Çemekor li wê deverê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.”

Memozînî wiha domand: “Çekdarên DAIŞê rojane xiyanên mezin ji destê Hêzên Pêşmerge dibînin û xwe li pêşiya operasyonên Pêşmerge nagrin. Berdewam direvin û termên kuştiyên xwe li şûna xwe dihêlin.”

Derbarê rewşa Mûsilê jî, Derpirsê ragihandina liqa 14 ya (PDK) wiha got: “Her îro li nava bajarê Mûsilê û li taxên erebî, berpirsê revandina xelkê ji nava çekdarên DAIŞê bi nave Siûd Muhsin ji aliyê koma Seraya Elrîmah hat hatiye kuştin. Herwiha çekdarên DAIŞê 22 kes ji nava bajarê Mûsilê revandin û ber bi jihekî nediyar birin.”

Nûçeyên têkildar