26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr. Kemal Kerkûkî: Pêwîst e aliyên siyasî hevkar bin û ji biryara serxwebûnê venekşin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê peywendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku eger encama referandûma Sikotlendayê bi ser ket û serxwebûna xwe ragihandin, emê pîrozbahiyê li wan bikin û ew yek tiştekî pir pîroz e. Kerkûkî herwiha tekez kir ku Kurd du caran hatiye qirkirin, lewma ji mafê kurdane ku bi hemû hêza kar bikin bo bi dest xistina serxwebûnê û pêwîst e aliyên siyasî hevkar bin û ji wê biryarê venekşin .

Dr. Kemal Kerkûkî endamê Polîtboriya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê peywendiyên PDKê  ji KDP.info re ragihand: “Her neteweyek li her cihekî be mafê xwe heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, Gelê Kurdistanê jî ji mafê wî di referandûmeke azad de biryarê li ser çarenivîsa xwe de bide, eger encama referandûma Sikotlendayê bi ser ket û serxwebûna xwe ragihandin, emê pîrozbahiyê li wan bikin û ew yek tiştekî pir pîroz e.”

Kerkûkî wiha got: “Li Parlamentoya Kurdistanê kar ji bo karên yasayî tên kirin heta ku referandûn bê encamdan û gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, her wek niha li Skotlandayê tê encamdan.”

Wî endamê Polîtboriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz ji aliyên siyasî kir ku hevkar bin û ji biryara serxwebûnê venekşin, “Kurd du caran hatiye qirkirin, lewma ji mafê kurdane ku bi hemû hêza kar bikin bo bi dest xistina serxwebûnê.”

Nûçeyên têkildar