Serokê Fransayê êrişên asmanî li dijî DAIŞ li Iraqê erê kir

Ajans-KDP.info- Serokê Firansa Firanswa Holand îro pêncşemê êrişên asmanî bi ser baragehên rêxistina terorê DAIŞ ve li Iraqê erê kir û da xuya kirin ku Firansa wê hêzên bejahî rêneke Iraqê.
Holand vê sibê di kongireyeke rojnamevanî de ragihand ku encûmana bergiriyê ya Firansa li hev civiya û bersv da daxwazên hikûmeta Iraqê ya ji bo pêşkêşçkirina alîkariya asmanî li dijî rêxistina terorê DAIŞ û biryareke erênî da.
Lê ji aliyekî din ve got: “Em naçin wir û hêzên bejahî rênakin, her wiha bi tenê emê li Iraqê destwerdin.”
Hêjayî gotinê ye ku beşdarvanên kongira Parîsê ya roja duşema bihurî lidarket soz dan ku dê ew li dijî metirsiyên ku rêxistina terorê DAIŞ bi ser Iraqê ve çêdike, piştgiriyê bidin hikûmeta Baxdadê.




