Wezareta pêşmerge ragihandinek derbarê devera Zummar belav kir

Wezreta pêşmerge ragihandinek, di encama vekombûnên komîta karê hevpişk de ya taybet bi arîşeya devera Zumar û asayîbûna evê deverê belav kir:
Eve jî tekesta wê ye;
Em raya giştîya herêma Kurdistanê û Iraqê hayadar dikin, ku piştî kombûnên taybet bi rewşa sînora Sûrîya û devera Zummar heta digêje gundên Mehmûdîye û Qahîre, naveroka vekombûna komîta bilinda karê hevpişk a li Baxdadê hate bi cih anîn, bi awayekî giştî jî niha rewşa deverê asayî bûye û bi ti awayekî alozî û ne aramî nemaye û hemû alî jî pabendî bi evê rêkeftinên ne û dixwezin evê barûdoxê asayî bikin.




