Serok Barzanî: Ew Pêşmergeyên ku li çiyayê Şengalê mane şanaziyek tomar kirine

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Fermandeyê Hêza 18 ê Supaya Yekê Zêrevanî kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî rahigand ku ew fermande û Pêşmergeyan li çiyayê Şengalê mane û bergiriyê kirine cihê pêzanîne û şanaziyek tomar kirine. Ji aliyê xwe ve wî fermandeyî tekez kir ku ew herdem amadene bergiriyê li ax û gelê xwe bikin.
Îro pênçşem 18.09.2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Amîd Simê Boselî Fermandeyê Hêza 18 ê Supaya Yekê Zêrevanî kir.
Di destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêrhatinê lê kir û spasî xweragirî û azayetiya wê fermandeyê kir ku li gel polek heval û Pêşmerge Şengalê bi cîh nehiştin û gelek azayane man û bergiriyê kirin û nehiştin destê reşê terorîstan bigihe çiyayê Şengalê.
Serok Barzanî tekez kir ku Pêşmerge erkekî pîroz hilbijartiye ku herdem pêş merg û mirinê dikevê û giyanê xwe bext dike bo ku gelê wî bi zîndî bimîne, ji bo wê yekê azayetiya wê fermande û Pêşmergeyan li çiyayê Şengalê mane û bergiriyê kirine cihê pêzanîne û şanaziyekî tomar kirine ku wekî hemû destanên pir serfiraziyên Pêşmergeyên Kurdistanê bilind tê nirxandin.
Serok Barzanî tekez jî kir ku Şengal û ew hemû navçeyên ketine destê terorîstan têne azad kirin û xelkê wan navçeyan bi serbilindî vedigerin nav malên xwe.
Li beranberda, Amîd Simê Boselî ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û serinc û têbiyên xwe yên li ser rûdawan û rewşa Pêşmerge li Şengalê û çiyayê Şengalê bi taybetî xisterû û ragihand ku ewê min û hevalên xwe me encam daye erkê ser şanê me bûye û herdem amadene bergiriyê li ax û gelê xwe bikin.




