26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

YPG daxwaza hevkariyê ji PDK, YNK û PKK dike

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Perpirsên serbazî yên YPGê li Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku aliyên siyasî yên ew beşa Kurdistanê bi hawara wan ve biçin û rê li pêşkeftina çekdarên DAIŞ bo ser navçeya Kobanê bigrin.

Berpirsên hêzên serbazî yên YPGê amaje bi wê yekê jî kiriye ku çekdarên DAIŞ li navçeyên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi pêşve hatine û akinciyên rojhilata bajarê Kobanê jî bi komî awareyî ser sînorê Tirkiyê bûne.

Bi gotina berpirsekî serbazî yê hêzên YPG jî, çekdarên DAIŞê karîne 16 gund li dewrûberê bajarê Kobanê kontrol bikin û berve sînorê Tirkiyê bi pêşve diçin.

Cîgirê fermandeya hêzên YPG li bajarê Kobanê Ocalan Îso ji ajansa Reutersê re gotiye: “YPG daxwaza hevkariya serbazî û piştevaniyê ji aliyên Kurdistanî dike.”

Ocalan Îso gotiye ku rêxistina tundrew (DAIŞ) li navçeyên ku xistine destê xwe de komkujiyan encam dide û jinan jî direvîne.

Fermandarê YPG gotiye: “Kurd daxwaza hevkariya serbazî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî (YNK) dikin.”

Berdevkê bi navê YPG ragihandiye ku rêxistina dewleta îslamî DAIŞ Kobanê dorpêç kiriye û gotiye: “DAIŞ bi tang û moşek û topan êrişî Herêma Kobanê dikin.”

Her weha fermandarê YPG bang li hêzên cîhanî kiriye ku bi lez tevbigerin daku êrişa hovane ya rêxistina DAIŞ rawestînin.

Nûçeyên têkildar