25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Piştî Çînê..Konsolxaneya her pênc welatên civata ewlekariyê li Hewlêrê bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryar e Komara Çînê jî li Hewlêrê konsolxaneya xwe ya giştî veke û ji bo vê mebestê jî nûnerê Wezareta Derve ya Çînê serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel nûnerê Wezareta Derve ya Komara Çînê Tan Banglin civiya, ku navbirî wek konsulê giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê dest bi kar dibe.

Di civînê de Banglin got: “Di vê rewşa niha de welatê min ez şandim Herêma Kurdistanê, daku ji nêzîk ve piştgiriya Çînê bo Herêma Kurdistanê nîşan bidim û lêkolînê bikim ka gelo Çîn çawa dikare di vê rewşê de, alîkariya Herêma Kurdistanê, koçber û penaberan bike?.”

Banglin wiha axifî: “Ji qayîmkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û İraqê ligel Çînê, di hundirê du mehên dahatû te konsolxaneya giştî ya Çînê li Hewlêrê tê vekirin û ez ê bi xwe wek yekem konsolosê giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe bikim.”

Navbirî da zanîn ku bi rêya vekirina konsolxaneyê li Hewlêrê, dê hewl bidin bibin pireke qayîm di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de û herwiha dê şirketên Çînê teşwîq bikin daku li Herêma Kurdistanê kar bikin û beşdarî prosesa avakirin, bingehdanîn û pêşxistina Herêma Kurdistanê bibin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî got ku ev pêngava Çînê di vê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û navçeyê de, piştgiriyeke manewî ya mezin e û dê bi hemû awayekî bikin bo vekirina konsolxaneya Çînê li Hewlêrê.

Bi vekirina konsolxaneya Komara Çînê li Hewlêrê, ligel Amerîka, Rûsya, Fransa û Brîtanya, êdî pênc endamên daîmî yên Civata Ewlekariyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY), dê nûnertiyên dîplomatîk ên her pênc welatan li Herêma Kurdistanê hebin.
 

Nûçeyên têkildar