Luxembourg: Hêzên Pêşmerge li şûna cîhanê şerê terorîstan dikin
Luxembourg-KDP.info- Nunerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Luxembourgê civiyan û di wê hevdîtinê wezîrê derve yê wî welatî Jan Mary ragihand ku Hêzên Pêşmerge li şûna cîhanê şerê terorîstan dikin
Îro çarşemê heyeteke Nuneratiya hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Dilawer Ajgeyî serdana wezareta derve ya Luxembougrê kir û ji aliyê wezîrê derve yê wî welatî Jan Mary ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de wezîrê derve yê Luxembourg kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina han diyar kir û got: “Gelek kêfxweşim ku bo cara yekem li wezaret de pêşwaziya heyeteke hikûmeta Kurdistanê dikim.”
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa Iraq, Kurdistan û deverê bi taybetî behsa êrîşên terorîstên DIŞIê hate kirin û wezîrê derve yê Luxembourgê ragehand ku teror metirsiye bo ser tevahiya cîhanê û niha li Iraq û Kurdistanê de jî hêzên pêşmerge li şûna cîhana azad şerê terorîstan dikin û lazime cîhan hevkariya hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bike.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han behsa tikiliyên navbera Kurdistan û Luxembourgê hate kirin û her du alî tekez li ser berfiretir kirin û bihêztir kirina peywendiyên han kirin.




