25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge 40 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Îro termê 40 çekdarên DAIŞê ku bi destê Hêzên Pêşmerge hatine kuştin, bo bajarê Mûsilê hatine veguhestin û şeva borî jî 30 xaniyên zêrevanên wezîrekî iraqî hatine teqandin.

Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku doh Hêzên Pêşmerge li eniya Xazir çend cihekî stratîjî û girîng zistine destê xwe û hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê kuştine û îro termê 40 çekdar ji di wî şerî de hatibûn kuştin bo Mûsilê hatin veguhestin.”

Seîd Memozînî wiha domand: “Di şerê şeva borî de çekdarên DAIŞê li gundê Hacî Elî yê ser bi parêzgeha Mûsilê 30 xaniyên zêrevanên Wezîrê Çandiniyê ya Hikûmeta Iraqê Felah Hesen hatine teqandin.”
 

Nûçeyên têkildar