26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêmin Hewramî: Vekirina konsulxaneya Çînê li Hewlêrê serkeftineke dîplomasî mezine bo kurdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê peywendiyên derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşwazî Konsulusê nû yê Çînê yê li Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku vekirina konsulxaneya Çînê li Hewlêrê serkeftineke dîplomasî mezine bo kurdan.

Îro li Hewlêrê Cîgirê berpirsê peywendiyên derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşwazî Konsulusê nû yê Çînê yê li Kurdistanê de kir.

Di destpêka wan hevdîtinan de Konsulusê nû yê Çînê ragehand ku ez gelek kêfxweş û serbilindim ku weke yekem Konsulusê Çînê li Kurdistanê de dest bikar dikim.

Konsulusê Çînê herwiha behsa girîngiya pêgeha Kurdistan û partiya demokrata Kurdistanê li deverê de kir û balkêşande ser rola Serokê Kurdistanê û eşkere kir ku Serokê Kurdistanê li deverê de roleke gelek girîng lîstiye bo dabîn kirina demokrasî û parastina mafên kemenetewan li deverê de.

Li hember de jî Hêmin Hewramî spasiya helwesta hikûmeta Çîn kir û biryara hikûmeta Çîn bo vekirina Konsulusxaneyê bi biryareke girîng wesif kir.

Hewramî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa siyaseta partiya demokrata Kurdistanê li dor rewş û bûyerên deverê de kir û got: “Vekirina konsulxaneya Çînê li Hewlêrê serkeftineke dîplomasî mezine bo kurdan.”

Ji aliyeke din ve her îro Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê jî pêşwaziya Konsulusê nû yê Çînê yê li Hewlêrê kir û di hevdîtinê de her du alî behsa rewşa Kurdistan, Îraq û deverê û herwiha peywendiyên navbera Çîn û Kurdistanê û herwiha çawetiya berfiretir kirina peywendiyên han kirin.
 

Nûçeyên têkildar