Serfermandarê Amerîkayê: Eger stratejiya Obama bi serneket emê hêzên bejayî jî bişînin

Ajans-KDP.info- Serfermandarê hêzên hevbeş ê artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) general Martin Dempsey ragihand ku, eger stratejiya Barack Obama li dijî rêxistina DAIŞ bi sernekeve ewê bixwazin ku hêzên xwe yên bejayî bişînin Iraqê
General Martin Dempsey li pêşya Komîta Xizmetên Leşkerî ya ser bi Encumena Rûsipiyan ve ye, ragihand: “Eger pêwîstiya stratejiya welatê me ya ji bo jinavbirina DAIŞ bi hêzên bejayî hebe, emê hizra beşdarîkirina leşkerên amerîkî bikin.”
Dempsey wekî din got: “Lêdanên asmanî bi ser rêxistina DAIŞê li Sûriyê dê ne bi tenê ji bo tirsandinê be, lê dê ew operasyon bi ser hev de bin û berdewam bin.”
Ev daxuyaniya general Dembsî, serokerkanê artêşa Emerîka di demekê de ye ku berdevkê koşka sipî ragihandiye ku: “Barack Obama amade nîne hêzên bejayî li Êraq û Sûriyê de bikar bîne.”




