26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêxan.. Kampek bo koçberan tê avakirin

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info- Bi mebesta bi hewarçûn û peydakirina cihên hewandinê, biryar e li sînorê bajerokê Şêxanê kampek bo koçberên parêzgeha Mûsilê bê avakirin.

Berpirsê ragihandina qayimqamiyeta qezaya Şêxanê, Mahîr Xalîd ji KDP.info re ragihand: “Bo başkirina rewşa jiyana koçberan û destpêkirina sala nû ya xwendinê, biryar e kampek li rojhelata qeza Şêxanê li nêzîkî gundê Basifnê bo koçberan parêzgeha Mûsilê bê avakirin.”

Mahîr wiha got: “Ev kamp dê li gor sîstema cîhanî dê bê avakirin û tê de hezar çadir tên vedan, herwiha hemû xizmetgûzarî wek av û kareba û tîmên saxlemiyê ji wan re bê peydakirin û niha kar bow ê yekê dest pê kiriye.”
 

Nûçeyên têkildar