Kanadayê serbazên xwe Başûrê Kurdistanê belav kirine

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Kanadayê hejmarek serbazên ser bi hêza taybet ve li navçeyên Başûrê Kurdistanê belav kiriye, da ku hevkariya Hêzên Pêşmerge bikin li dijî çekdarên DAIŞê.
Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper di daxuyaniyekê ragihand: “Bi armanca hevkariya Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bo jinavbirina çekdarên DAIŞê, Hikûmeta Kanadayê 69 serbazên ser bi hêza taybet ve li navçeyên Herêma Kurdistanê belav kirine.”
Bi mebesta pêşkêşkirina hevkariyên leşkerî bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê, destpêka vê mehê Serokwezîrê Kanadayê gotibû bi dehan serbazên Kanadayê li Iraqê ne, lê niha Harper eşkere kir ku ew 69 serbaz ji hêza taybet in û li Başûrê Kurdistanê hatine belav kirin.
Jibilî belavkirina serbazan, heta niha Hikûmeta Kanadayê pêdiviyên leşkerî û kel û pel jî ji Hêzên Pêşmerge re şandine.




