Serok Barzanî: karekî hevbeş hebe emê li her cihekî li terorîstan bidin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî ragihand ku, eger karekî hevbeş di navbera Hikûmeta Bexdayê û hevpeymaniya navdewletî de hebe, wê demê Pêşmerge amade ye şerê terorê li her cihekî bike.
Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televizyona CNN a amerîkî dibêje: “Îranê roleke baş di şerê li dijî DAIŞê de dît, em nikarin rola wî welatî veşêrin.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha piştevaniya xwe bo stratejiya Serokê DYAyê Barack Obama bo şerê li dijî DAIŞê diyar kir û ragihand ku bandora operasyonên balafirên şer yên amerîkî li dijî çekdarên DAIŞê mezin bû.
Di bersiva pirsa ku gelo Hêzên Pêşmerge dixwazin biçin nava bajarê Mûsilê û li wir opersayonan pêk bînin, Barzanî got: “Di pêşî de em dê sînorê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kêmîneyên olî û neteweyî biparêzin, lê eger karekî hevbeş di navbera Hikûmeta Bexdayê û hevpeymaniya navdewletî de hebe, wê demê Pêşmerge amade ye şerê terorê li her cihekî bike.”
Serok Barzanî behsa nakokiyên Amerîka û Îranê li ser şerê li dijî DAIŞê jî kir û daxwaz ji wan welatan kir, nakokiyên xwe bidin aliyekî û şerê wê rêxistinê bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rola Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de bi girîng dide zanîn.




