26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kemal Kerkûkî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê dike ku di pirsa serxwebûnê de lezê bike

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku Hikûmeta Iraqê berdewam e li ser çêkirina keleman li pêşiya gehiştina çek û hevkariyên leşkerî bo Hêzên pêşmerge. Herwiha derbarê avakirina navendekî leşkerî li Herêma Kurdistanê got ev mijar di destê serkirdatiya siyasî de ye û eger di berhewendiya Gelê Kurdistanê de be emê pêşwaziyê lê bikin.

Berpirsê Peywendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî daxwazek pêşkêşî parlamentoya Kurdistanê kir û got: ‘Ez daxwaz ji Parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê dikim ku di pirsa serxwebûnê de lezê bikin û di demekî nêzîk de serxwebûna Kurdistanê rabighînin, ji ber ku em wek neteweya Kurd mafê me ye ku em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û Iraq nikare rêgiriyê li wê yekê bikin.”

Çûna Serokê Herêma Kurdistanê jî bo Parlamantoya Kurdistanê û daxwaza wî bo girtina riyên yasayî bo encamdana referandûmê bi piştevanî bo wê daxwazê dizane û dibêje: “Ez hêvîdar im ku Parlamentoya Kurdistanê ew pirse neyê paşxistin.”
 

Nûçeyên têkildar