PYDê zanayên olî necar dike ku piropagendeyê jê re bikin

Hewlêr-KDP.info- Desteya karûbarên olî ya ser bi PYDê ve li bajarê piştî civîna xwe ligel melayên mizgeftan çend biryar derxistin û daxwaz ji wan melayan dike ku bi biryaran pabernbin.
Li gor agahiyên Tora Newrozê, ew biryarên ku ji aliyê Desteya karûbarên olî ya ser bi PYDê ve hatine derxistin zarayên olî neçar dike ku: Gotarên roja înê li ser bûyerê heyî bin.
Divê di gotarên roja înê tekez li ser şeriyeta YPGê û YPJê were kirin.
Divê melayên mizgeftan helwestê xwe derbarê wan êrişên çekdarên DAIŞê bidin xuyakirin.
Divê hemû mela û zanayên olî di merasîma veşartina şehîdan de beşdarbin.
Divê hemû mela û zanayên olî pabendî biryarên Desteya karûbarên olî bin.
Divê melayên mizgeftan gotarên roja înê bi herdu zimanê Kurdî û Erebî bidin.
Divê hemû zanayên olî rêz li tevahiya ol û mezheban bigrin herwiha divê zanayên olî û mela her 20 mehê civînekê li dar bixin.




