25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên pêşmerge 6 gundên devera Xazirê rizgar kir

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê derveyên mezin li terorîstên DAIŞê dan û karîn 6 gundên devera Xazir rizgar kir.

Qayimqamê qezaya Berdereş, Şêx Serdar Şêx Yehya ji KDP.info re ragihand: “Îro hêzên pêşmerge li mihwera Xazir ji çar aliyan ve êrîşî terorîstên DIŞIê kirin û hevdem li gel ku terorîstên DIŞIê li ser destê hêzên pêşmerge li deverê de rastî têkçûneke dijwar hatine, hêzên pêşmerge jî karîn zêdetir ji 7 gundên vê deverê ji destê terorîstên DIŞIê rizgar bike.”

Di vê derbarê de Şêx Serdar Şêx Yehya eşkere kir ku “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di encama êrîşên îro de karîn gundên Hesen Şam, Sêwdîniyan, Qesrok, Xazira nû, Mengore, Buheyire, Tileswed û Seyêde Xatûn ji destê terorîstên DIŞIê rizgar bikin.”
 

Nûçeyên têkildar