26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Parlamentoya Iraqê: Herêmeke Suneyan bijardeyeke destûrî ye

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Li gor Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciburî, hikûmeta nû ya İraqê ji hikêmetên din cudatir dibe û dibêje: “Herêmeke Suneyan bijardeyeke destûrî ye û Herêma Kurdistanê jî baştirîn mînak e.”

Di hevpeyvîneke ligel rojnameya Heyat a çapa Londonê de, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, tekez kir ku federalîzm hestpêkirineke siyasî ye.

Derbarê herêmeke taybet bi Suneyan jî Cibûrî wiha axifî: “Bijardeyeke destûrî ye, baweriya min divê em li nemerkeziyetbûnê bifikirin, demekê li ser vê sîstemê biçin û bi rêya zêdekirina desthilata encûmenê parêzgehan asta serkeftina xwe bipîvin. Piştre em dikarin li ser pêkanîna herêmê bifikirin. Evna baweriya min a şexsî ye.”

Ciburî wiha dibêje: “Ezmûna Kurdistanê mînakek pêşkêş kiriye. Bi taybet ji ber ku ew parêzgeh bi pey asayîş û aramiyê de digerin. Evna ji xeynî pêşketina aborî. Ev hemû sedem li pişt aktîfbûna fikra herêmê ne.”

Nûçeyên têkildar