Serok Barzanî: Alîkariya me bê kirin an na em teslîmê DAIŞê nabin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna DAIŞê de got: “Alîkariya me bê kirin yan na, ne mimkun e em teslîmî DAIŞê bibin.”
Di hevpeyvînekê de ligel kanala Ray 3 ya Îtalî de ragihand: “Piştî vê hemû şikestina çekdarên DAIŞê, gefa wan li ser xelkê Kurdistanê bi awayekî rastesat kêm bû, min ji hemû aliyan re gotiye piştrast bin, yan emê hemû bi serbestî û azadî li welatê xwe bijîn yan emê bi hevre bimrin.”
Serok Barzanî ragehand ku ji bo şer û rûbirûbûna DAIŞê pêdiviya Herêma Kurdistanê be hemû corên çekên modern heye û wiha axifî: “Pêdiviya şerê DAIŞê bi hewldanên hemû aliyan heye û dê her kes li gor şiyana xwe rol têde bibîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku bêguman bandora êrîşên esmanî û bombardimanan heye û wiha pêde çû: “Lê belê pêdiviya şerê DAIŞê bi aliyên din jî heye, wek şerê sîxurî. Niha Herêma Kurdistanê bi nûnertiya cîhana azad şerê DAIŞê dike û biryara me ew e ku alîkariya me were kirin an na, ne mimkun e em teslîmê wan terorîstên DAIŞê bibin, lê hevpeymaniya li dijî vê rêxistinê çiqas berfireh be hewqasî baştir e.”
Serok Barzanî axaftina xwe wiha qedand: “Ev hemû rewşa ku li Iraqê çêbûye, derencama siyaseta şaş a Bexdayê bû, loma hikûmeta niha ji bo rastkirina wan şaşiyan e û hê zûye em li ser hikûmeta nû nirxandinan bikin, lê divê bi awayê koalîsyonê be û hemû alî hevkar bin.”
Serok Barzanî wiha dibêje: “Roja ku min rahişt Tivingê ez di baweriyeke mezin de bûm ku ev milet dê bi ser bikeve, tişta ku beriya 20 salan û niha jî ez dibînim ku ti tiştî estem li dunyayê nîne, dunya tê guhertin û tişta ku girînge ew e ku mirov li ser riya rast be û xwedî doz be.”
Derbarê pêvajoya aşîtiyê li Tirkiyê, Serok Barzanî ragihand: “Em pir dilxweşin ku pêvajoya aşîtiyê dest pê kir û niha jî berdewam e, eger bilez neçûbe pêş lê dîsa jî destpêkirin û berdewamiya wê piroseyê serkeftinekî mezine. Em pir serbilindin ku me rolek di destpêka wê û hevkariya wê da û dîsa jî em amadene ku alîkarî û piştevaniya wê piroseyê bidin.”




