Kurdistanê daxwaz ji Ewropayê kir ku karesata Şingalê wek qirkirin bê naskirin

Ewropa-KDP.info- Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de ligel şêwirmendê Serokê Parlamentoya Ewropayê jibilî amajedanê bi pêkvejiyana olên cuda li Herêma Kurdistanê, daxwaz kir ku karesata Şingalê û Deşta Mûsilê wek qirkirin bê naskirin.
Di wê civînê de nûnerê mesîhî û êzîdiyên Kurdistanê behsa rewşa koçberan kir û dxwazên wan ji Parlamentoya Ewropayê re eşkere kir.
Di beşeke din ji vê hevdîtinê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Muslim behsa pêkvejiyana olên cuda li Herêma Kurdistanê kir.
Di vê hevdîtinê de Kemal Muslim daxwaz kir ku karesata Şingalê û Deşta Mûsilê ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye encamdan wek qirkrinê bê nasandin.
Ki aliyê xwe ve, Parlamentoya Ewropayê spasiya xelkê Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li wan koçberan kir û soz dana hevkariyên zêdetir da.




