Zumarê.. Hêzên Pêşmerge 7 gundên din kontrolkirin

Zumar-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li eniya Zûmarê ya Mûsilê 7 gund ji destê DAIŞê derxistin û bi vî awayî eniyên rojava û rojhilata Zumarê gihandin hev.
Fermandarê Fermandariya Dihokê Şêx Elî ji KDP.info re got, îro hêzên Pêşmerge li devera Zumarê êrişî çekdarên DAIŞê kirin karîn 7 gundên din bixin destê xwe.
Şêx Elî da zanîn, wiha got: “Di wî şerî de çekdarên DAIŞê zêde li ber xwe nedan û ew gund di demekê kurt de hatin kontrolkirin.”
Şêx Elî anî ziman ku girtina wan gundan ji hêzên Pêşmerge re girîng bû ji ber ku êdî eniyên rojava û rojhilatê Zûmarê gihîştin hev.
Şêx Elî wiha domand: “Niha em tenê 2 km ji Zumarê dûrin û liv û tevgera çekdarên li wê navçeyê pir kêm bûye ku niha hejmara wan pir kêm e, eger ne ji ber danana teqemeniyan ba, menê di nava 4-5 seatan de ew navçe bi temamî kontrolkiriba.”




