Şawîs: Guftûgo baştirîn rêya çareserîyê ye

Cihgirê serokê wezîrên Iraqê Roj Nûrî Şawîs ragihand, ku Kurd piştevanîya her pêkolekê bo guftûgokirinê û care sekirina tengasîya sîyasîya welêt dikin.
Di vê derbarê de li gor Aknews, Şawîs ragihand ku bikaranîna fişaran û zimanê dijwarîyê ne di berjewendîya ti kesî de ye, baştirîn rêya çareserkirinê dîyalog û guftûgoye.
Herweha got, Iraq ji du neteweyên serekî pêk tê ku Kurd û Erebin û neteweyên din jî tê de hene, herweha Şîa û Sunne du mezhebên serekî ne, ji ber vê çendê jî pêdivîye ev pêkhatên serekîyên han hevpişkên hevdu yên rast bin bo birêvebirina welêt û çênabe ti alîyek ji van werin îhmal kirin.
Derbarê çaksazîya Hevpeymanîya Niştimanî got, heta niha li nav evê Hevpeymanîyê de bîr û nerînên cuda cuda hene.




