Konferansa Parîsê biryara piştevaniya serbazî da

Hewlêr-KDP.info- Konferansa “Li Iraqê Aştî û Ewlehî” ku li Parîsê bi armanca pêşîlêgirtina Dewleta Îslamî DAIŞê hatibû lidarxistin bi dawî bû. Di encamnameya konferansê de tê destnîşankirin ku, dê piştevaniya aborî û serbazî bo Iraqê bê dayîn.
Di enacamnameyê de tê gotin, DAIŞ ne tenê bo Iraqê di heman demê de bo hemû neteweyan xeter e û êrişên hemberî sivîlan wek êrişên hemberî hemû mirovahiyê hatin binavkirin.
Encamname radigihîne ku dê tawanbar bê ceza nemînin û piştevanî bo Komîsertiya Mafên Mirovan a NYê bê dayîn. Tê xwestin ku gavek zûtir DAIŞ li Iraqê bê qedandin û bo vê jî, ser daxwaza hikûmeta Iraqê dê piştevaniya serbazî û aborî bê dayîn.
Di encamnameyê de tê gotin ku, şerê hemberî DAIŞê dê çarçoveya biryara 2170ê yê Neteweyeên Yekbûyî (NY) be û dê bişopîne gelo biryara NYê bi rast tê bicihanîn.
Hate ragihandin ku, li gorî pêşketinên herêmê, bo penaber û koçberan piştevanî bo Iraqê û rêveberiyên herêmî bê kirin. Her wiha piştevaniya bo ji nû ve avakirina Iraqê tê aşkerakirin û bi hewleke seferberî piştevaniya Iraqê bo şerê DAIŞê bê dayîn.




