Moralî çekdaran têkçûye û direvin..DAIŞê baregehên xwe diteqîn e

Daqûq-KDP.info- Cîgirê Lîwaya 9ê ya Piyade ser bi Wezareta Pêşmerge General Fayiq Qadir Hemesalih, ragehand ku çekdarên DAİŞ’ê paşde vedikişin û got: ‘’Hemû kelûpelên xwe yên leşkerî û çekên giran bo nehya Riyaz a başûrê Kerkûkê veguhestine û herwiha piştî valakirinê baregehê xwe yê serekî yê li gundê Êde jî teqandine.
Cîgirê Lîwaya 9ê ya Piyade ser bi Wezareta Pêşmerge General Fayiq Qadir Hemesalih, derbarê eniya Kerkûkê de agahî dan KDP.info û got: “Ji şevê din ve terorîstên DAIŞê ji gundê êde yê ser bi qezaya Daqûq ku baregehê wan ê serekî li wî gundî bû, dest bi vekişînê kirine, hemû kelûpelên leşkerî û çekên xwe yên giran ber bi nehya Riyaz a başûrê Kerkûkê veguhestine û piştî valakirinê baregehê xwe yê serekî yê li wî gundî teqandine.”
General Fayiq wiha axifî: “Li gundên Ebû Mihemed, Tel Rabii, Başe û Wehde yên ser bi qezaya Daqûq, DAIŞê ji tirsa êrîşên esmanî, çekdarên xwe kêm kirine û dest bi teqandina piran kirine bi taybetî jî pira navbera gundê Uzêre û Efşane ku navenda serekî ya çekdarên DAIŞê ye li wê navçeyê.”
Generalê Kurd wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Li navçeyê bi tevahî moralê çekdarên DAIŞê ketiye, bi taybetî piştî şikandina dorpêçkirina Amirlî, piraniya gundên erebnişîn jî, bi taybetî yên alîkariya terorîstên DAIŞê kirine, malên xwe vala kirine û ber bi gundên din çûne.”
Derbarê valakirin û vekişîna ji wî sînorî jî, General Fayiq got: “ DAIŞ li wî sînorî çekdarên xwe xistin tevgerê û dixwestin nehya Amirlî bigrin, lê belê ev hewldana wan biser neket û herwiha çend hewldanên wan ên din jî hatin pûçkirin ku dixwestin gundê Engîce yê ser bi qezaya Duz bigirin. Di şer û pevçûnan de gelek termên xwe jî bicîh hiştin, lê kêmkirina çekdaran xwe li wî sînorî bi wê yekê ve girêdayî ye ku tu hêviya wan nemaye.”
General Fayiq da zanîn ku çekdarên DAIŞê plan danîbûn ku Daqûq bigrin û perestgehên Şîe û Kakeyiyan ên li wê derê biteqînin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê ji ber hişyariya Pêşmergeyên Kurdistanê nikarîn plana xwe bibin serî, loma niha paşde vedikişin ber bi Riyaz û ji wê derê jî bo Mûsil û Sûriyê.”




