Nêçîrvan Barzanî li eniyên şer: Pêşmerge dîrokeke tijî ji serwerî ji bo Kurdistanê dinivîsîn e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana eniyên şer li eniya Xazir kir û di wê serdanê de ragihand ku Hêzên Pêşmerge niha li tevahiya mihwerên şer de destanên gelek qehremanane tomar kiriye û destkeftên gelek beş jî bi dest xistiye û dîrokeke têjî ji serwerî ji bo Kurdistanê dinivîse û parastina ax û azadiya Kurdistanê dike.
Îro duşemê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana eniyîn şer li mihwera Xazir û Zirtêkê kir û li gel berpirsê mihwera han Dr. Roj Nûrî Şawês de serî li sengerên hêzên pêşmerge da.
Di vê serdana han ya meydanî de Serokwezîr ji nêz ve goh da rûdaw û pêşhatên leşkerî yên wan mihweran û rewşa deverê bi giştî û li ser pêdiviyên erniyîn şer jî rawestiya.
Pişt re Serokwezîrê Kurdistanê di peyvekî de ji bo hêzên pêşmerge eşkere kir ku Hêzên Pêşmerge çawe di dîrokê de parêzerê gel û welat bûne û ji bo azadî û rizgariya gel û welat can û xwîne xwe feda kiriye îro jî bi heman awayî hêzên pêşmerge li seraserê Kurdistanê de li tevahiya eniyan bi awayekî qehremanane berxwe dide û parastina ax û azadiya Kurdistanê dike.
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku pêşmerge hertim sembola berxwedan û redkirina dagîrkerî û zordariyê bûye û bûye cihê beweriya tevahiya gelê Kurd û gelê Kurd jî hertim pê şanaze û Hêzên Pêşmerge niha li tevahiya mihwerên şer de destanên gelek qehremanane tomar kiriye û destkeftên gelek beş jî bi dest xistiye û dîrokeke têjî ji serwerî ji bo Kurdistanê dinivîse.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axftinên xwe de tekez li ser wê yekê kir ku niha pêşmerge li cîhanê de weke parêzgerê herî sereke yê nirxên mirovatî tê nasîn û mîdiyayên cîhanî jî rojane behsa berxwedan û qehremaniya Hêzên Pêşmerge bo parastina nirxên mirovatî dike û ew yek jî bo her takekî Kurd cêyê şanaziyê ye.
Di dawiya serdana xwe de Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftina mezin ji Hêzên Pêşmerge û efser û piledar û fermadarên Pêşmergere xwest.




