25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewlêr û Tehran girîngiyê bi pêşxistina Pêşwendiyên bazirganî û hemahengiya ekadîmî didin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Îranê li Hewlêrê ragihand ku welatê wî girîngiyê bi bi pêşxistina pêwendiyên bazirganî û hevkarî û hemahengiya ekadîmî û zanîngeh û warên tendirûstî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê dide.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibehê pêşwazî li konsulê nû yê Îranê li hewlêrê Murteza Îbadî kir.

Di wê hevdîtinê Serokwezîrê Kurdistanê hêviya serkeftinê di karê wî de ji Konsulê nû yê Îranê li Hewlêrê re xwest û spasiya rolê konsulê berê yê Îranê kir ku rolekî bercav di pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê de didît.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Îranê li Hewlêrê dilxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe wek konsulê welatê xwe li Hewlêrê xuyakir ku hemû hewl û bizavên xwe dide da ku pêwendî navbera herdu aliyan ber bi pêş ve bibe.

Konsulê Îranê ragihand ku welatê wî girîngiyê bi bi pêşxistina pêwendiyên bazirganî û hevkarî û hemahengiya ekadîmî û zanîngeh û warên tendirûstî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê dide.
Serokwezîrê Kurdistanê jî tekez kir ku ev war bo Herêma Kurdistanê girîng in û spasiya Konsulê Îranê kir û hêviya serkeftinê jêre kir.
 

Nûçeyên têkildar