Nêçîrvan Barzanî vê hefteyê serdana Bexdayê dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di çarçoveya vê hefteyê de lihev dicivin bi mebets gotûbêj kirina nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Parlementera Iraqê Eşwaq Caf ji KDP.info re ragihand ku, li gor rêkeftina Kurd û Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe, pêwîste di heyama yek hefteyê de Serokwezîr Barzanî û Heyder Ebadî li hev bicivin.
Derbarê naveroka civîna her du aliyan de, Eşwaq Caf da zanîn ku dê civîn li ser pirsa şandina butce û mûçeyên feranberên Kurdistanê ya heşt mehên borî û pirsa şandin û frotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve be, lê wê parlementerê dema lidar xistina civînê aşkere nekir.
Beşdariya Kurdan jî di wê kabîneyê de bi mercekî hatibû ku di heyama 3 mehan de hemû daxwazên aliyên Kurdistanê werin pêk anîna, herwiha pirsa butçe û mûçeyên fermanberan jî di yek mehê de were çareserkirin.




