Hukûmeta herêma Kurdistanê pêkolên xwe bo xuyakirina çarenivîsa Omer Mektebe tîr dike

Li ser fermana birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, hukûmeta herêma Kurdistanê pêkol dike bo dûvçûn û zelalkirina çarenivîsa kesayetîya bi navûdeng yê rewşenbîrîyê bajêrê Silêmanîyê Omer Ebdulrehman ku bi Omer Mektebe hatîye naskirin.
Wek tê xuyakirin, ku birê Omer Mektebe bi awayekî qanûnî seredana Siwêdê dike, piştî çend rojan winda dibe, her çende dezgehên pêwendîdarên wî welatî pêkolên xwe dikin, lê heta niha ti zanîyarî li ser nîne.
Li ser fermana serokê herêma Kurdistanê, kenalên fermîyên hukûmeta herêma Kurdistanê wek fermangeha pêwendîyên derve û nûnertîya hukûmeta herêma Kurdistanê li welatê Siwêd pêkolên xwe çir kirine û digel balîyozxaneya Siwêdê li Baxdadê pêwendîyên berdewam de ne.
Jêderekî ji fermangeha pêwendîyên derveya hukûmeta herêma Kurdistanê got, em di xema her kesekî civaka herêma Kurdistanê de ne û bi erkê xwe jî em dizanin da ku em hemû pêkolan bo zelal kirina çarenivîsa birêz Omer Mektebe bikin.




