Patrick Kokbern, kurd li rojhilata navîn bi hêztir dibin

Rojnamevanê Brêtanî Patrick Kokbern di rojnama independent a Birêtanî nivsîye, ku niha Kurdên Sûrîya (rojava) karûbarên devera xwe bi rêve dibin û aramî û asayîşeka temam jî li bajêr û bajêrokên Kurdên Sûrîya de heye.
Herweha dibêje, dibe ku Kurdên Sûrîya hêvîya berdewambûna şerê navxweya Sûrîya bixwezin, ji ber ku bi berdewambûna vî şerî derfeteka baştir û demeka zêde dide wan da ku xwe li nava Sûrîya bi hêz bikin.
Patrick Kokbern behsa vê çendê jî dike, ku di maweya çend mehên çûyî de Kurdên Sûrîya destkevtîyeka mezin bi dest xwe ve anîne, lê belê ev destkevtîyên han jî wateya wan temam dibe demê ku vexwendinek bo hestê neteweya Kurd li rojhilata navîn bihê kirin, ku Kurd yek ji wan hêzên mezinin deverê ye.
Patrick Kokbern weha dibînê ku guhartinên deverê bi awayekî giştî û Iraq û Turkîya bi awayekî taybet bandora xwe li ser pêge û desthilata Kurd dibe.
Patrick Kokbern dibêje, ku herêma Kurdistanê devereka otonomîye û ji alîyê hukûmeta herêma Kurdistanê ve tê birêvebirin, ev hukûmeta han jî di biwarê aborî, sîyasî, serbazî û îdarî ji pir welatên endamên Neteweya Yekbûyî bi hêztire.
Evî nivîskarî weha dibîne, heger kurdên rojava mafên xwe bi destve bihênin wê demê Turkîya nikare mafên Kurdên Turkîya dabîn neke.




