26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li navçeya Riyaz a Kerkûkê.. Çekdarên DAIŞê zêdetirî 50 welatî girtine

Çavkanî: KDP.info

Riyaz-KDP.info- Di êrişekê de bo ser gundên derdora navçeya Riyaz a Kerkûkê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hejmarek mezin ji welatiyan hatine girtin.
Rêveberê giştî yê polîsên qeza û navçeyên parêzgeha Kerkûkê, Emîd Serhed Qadir ji KDP.info re ragihand: “Ji duh çekdarên DAIŞê li gundên navçeya Riyaz a Kerkûkê êrişek encam dan û di wê êrişê de hejmarek mezin ji welatiyan girtin ku jin û zarok jî di nava wan de hene.”
Emîd Serhed got: “Şikestina DAIŞ û kuştina hinek welatî li vê deverê guman li ser xelkê wê navçeyê çêkiriye ku bo tirsandina xelkê van karan dikin.”
Ji aliyekî din ve jêderekî ji êlên navçeyê ji BBC re ragihandiye di wê êrişa DAIŞê de 50 welatî hatine girtin, herwiha tekez kiriye ku jin û zaok jî di nava wan de ne.
Riyaz bajerokeke ser bi bajarê Kerkûkê ve ye û niştecihên wê erebin, 45 km dûrî Kerkûkê ye ji aliyê başûr ve û niha di destê çekdarên DAIŞê de ye.

Nûçeyên têkildar