25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çekdarên DAIŞê dest bi talankirinê kirine..PKKê û YPGê soz dane li Şingalê nemînin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge dibêje, çekdarên DAIŞê li sînorê bajerokê Şingalê dest bi talankirina û her tiştek bikeve destê wan, ji xwe re dibin Sûriyê.

Qasim Şeşo, Farmadarê Hêzên pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info ragihand ku “çekdarên DAIŞê dest kirine bi talankirina malên êzîdiyan û her tiştek bikeve destê wan ji xwe re dibin Sûriyê, periya du rojan jî çûbûn navçeya Guhbel bo dizîkirina genim, lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge hat topbaran kirin û di encam de emîrekî DAIŞê bi nave Imar Hesen û 4 terorîst din jî hatin kuştin.”
Wî Fermandarê Hêzên Pêşmerge diyar kir ku “heta niha 52 kurdên êzîdî ji destê çekdarên DAIŞê reviyane û xwe gihandine Çiyayê Şingalê piştre hatine parêzgeha Dihokê.”
Şeşo got: “Me daxwaz ji hemû aliyekî kiriye ku pêwîst e wek bira berevaniyê li Şingalê bikin û hemû aliyî bi vê yekê razî bûne.”
Qasim Şeşo da zanîn ku serkirdeyên PKKê û YPGê soz dane ku dema Şingalê hat rizgar kirin ew dê vegerin cihê xwe û bi ti awayî li Şingalê namînin.
 

Nûçeyên têkildar