Hingaryayê jî alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re dişîne

Hewlêr-KDP.info- Hingaryayê ragihand, dê alîkariyê ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re bişîne her wiha konsulxaneya xwe li Hewlêrê vebike. Tê gotin, wezîrên Derve û Parastinê yên Hingaryayê jî dê serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Şandeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li Ewropayê hevdîtinan pêk tîne, herî dawî bi rayedarên wezaretên Derve û Parastinê yên Hingaryayê re civiyan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Hingaryayê biryar daye 224 ton fîşek û cebilxane ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re bişîne her wiha amadehiya xwe ji bo perwerdekirina pêşmergeyan jî nîşan daye.
Li gorî daxuyaniyê, wezîrên Derve û Parastinê yên Hingaryayê jî dê di rojên bê de serdana Herêma Kurdistanê bikin û di vê serdanê de dê konsulxaneya Hingaryayê jî li Hewlêrê vekin.




