Serokê Herêma Kurdistanê serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Rojhelatê Dîcleyê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî serî li hêzên pêşmerge li mihwera Rojhilatê Dîcleyê da û di wê serdanê de gohê da nêrîn û pêşniyarên Fermandarên hêzên pêşmerge.
Di çarçoveya serdanên xwe yên bo eniyên şer de îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana hêzên pêşmerge li mihwera Rojhilatê Dîcleyê kir.
Di vê serdana han ya meydanî de Serok Barzanî ji nêz ve ji rewşa hêzên pêşmerge û eniyên şer pirsî û spasiya hêzên pêşmerge yên Kurdistanê kir ku karîne bi qehremanî şerê terorîstan bikin û destkeftên mezin bidest bixin.
Serok Barzanî anî ziman ku hêzên pêşmerge gerentiya azadî û aramiya Kurdistanê ne û qehremaniya wan ya bo parastina gel û welat cêyê rêzgirtinê ye.
Di çarçoveya vê serdana han de Serok Barzanî gohê da nêrîn û pêşniyarên Fermandarên hêzên pêşmerge û behsa rewşa siyasî û hewldanên cîhanî yên li dijî terorîstên DIŞIê kir.




