25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê jêkirina serê welatiyekî brîtanî şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî jêkirina serê welatiyên brîtanî yê bi navê David Haines ji aliyê DAIŞê ve şermezar kir û ragihand, ev yek nîşana bêpîvanî û kirêtiya terorîstên DAIŞê ye. Ev jî tekesta wê ye:

Rêxistina terorîstiya DAIŞê li girteyekî vîdeoyî da nûçeya serbirîna hemwelatiyê Brîtanî David Cawthorne Haines ragihand. Serbirîn û kuştina vî çalakvanê Brîtanî ku eve saleke ji aliyê terorîstên Da'îş ve bi Barmte hatibû girtin nîşana gelek bi bê edebî û bê prensîpiya terorîstên Da'îşe û bi tundî şermezar dikin.

Ev kirdara xemgîn balkişandineke li berdewambûna vê rêxistina terorîstiye li binpêkirina hemû cûre bihayekî asmanî û mirovî. Ji bo wê yekê ji navbirin û rîşekêşkirina vê rêxistina metirsîdar zerûretekî bi leze ku divê civaka navdewletî encam bide.

DAIŞê herî dawî vîdyoyek belav kiribû ku tê de jêkirina serê welatiyên brîtanî yê bi navê David Haines ji aliyê çekdarekî DAIŞê ve dihat nîşandan.

Nûçeyên têkildar