Almanya 40 pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Berevaniyê ya Almanyayê ragehand ku dê 40 pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê, herwiha biryare hejmarek Pêşmergeyên Kurdistanê bi armanca ku li ser çekên modern û pêşketî perwerdeyê bibînin, bo Elmanya tên şandin.
Piştî ku hikûmeta Almanya rêxistina radîkal a DAIŞê xiste lîsteya reş a terorê û ragehandin ku dê bi hemû awayekî şerê wê grûbê bike; biryar e 40 pisporên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê.
Di vê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Almanyayê ragehand ku bi armanca perwerdekirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dê 40 pisporên xwe yên leşkerî bîşînin Herêma Kurdistanê.
Wezareta navbirî tekez kir ew pisporên leşkerî yên ku dê wan bişînin Kurdistanê bi tu awayekî beşdarî şerê li dijî DAIŞê nabin, lê tenê wê di warê leşkerî de Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê perwerde bikin.
Ji aliyekî din ve biryar e meha pêşiya me hejmarek Pêşmergeyên Kurdistanê bi armanca dîtina perwerdeyê li ser çekên modern û pêşketî û herwiha pêşxistina şiyana leşkerî bo Almanyayê bên şandin.




