26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurd di civîna Parîsê de beşdar dibin...Serokê Fransa: Wê hevkariyên me bo Kurdistanê zêdetir bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê fransayê ragihand ku Kurdistan bi vê siruştine rind ku gellek pêkhatên neteweyî û olî li xwe digre û wan diparêze, ev yek li ba Ewropiyan cihê girîngiyê ye. Herwiha tekez kir ku hevkariyên welatê wî bo Kurdistanê wê bidomin û di rojên bê de wê zêdetir bibin.

Di kongreyekî rojnamevanî de ku vê êvarê hat saz kirin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Em sipasiya we dikin ku we piştevanî li Gelê Kurdistanê kir, serdana we mîna xalekî bihêze ji pêwendiyên navbera Kurdistan û welatê Fransayê, hevkariyên we bandorek mezin li ser bilindkirina moralê Pêşmerge hebû. Her wiha alîkariya serbazî di têkşikandina DAIŞê de roleke girîng leyîst.”

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê got, “Em şerê hemberî van terorîstan girîng dibînin. Ji bo gelên koçber ku ji DAIŞê reviyana vegerin cihê xwe, divê em vê rêxistinê têk bibin.”

Serok Barzanî got, bi hevkariya Frensa û welatên dîtir hêz guhertiye û destnîşan kir ku, Pêşmerge roj bi roj serdikeve û bawerî ev e ku, bi helwesta hemû aliyan dê rewş bigihîje serkeftinê.”

Piştre Serokomarê Frensayê François Hollande axivî û got, hevkariya Fransayê bo koçberan dê bidome.

Her wiha Hollande got,  “Ger hin malbat bixwazin werin Frensayê em bo wan hêsankarî dikin lê ya girîng divê koçber bikaribin ser xaka xwe bijîn.”

Her wiha Hollande wiha dom kir, “Pêşmerge dikare sûd li hevkariya me werbigre û emê hevkariya serbazî bo Herêma Kurdistanê zêdetir bikin.. Di çend rojên bê de civînek Parîsê tê li dar xistin û wê şandeke Kurdistanê jî tê de beşdar bin.”
 

Nûçeyên têkildar