Serok Barzanî pêşwazî li Serokomarê Fransayê kir

Hewlêr-KDP.info- Françios Holland Serokomarê Fransayê niha gihîşt Balefirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
Hollande li balefirgehê ji hêla Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ve bi merasîma serbazî hate pêşwazî kirin.
Îro Serokê Fransayê François Hollande bi serdaneke fermî gehişte Bexdaya paytexta Iraqê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya. Piştî civînên ligel rayedarên Bexdayê, Hollande berî bi kêliyekê gehişte Hewlêrê û ji aliyê Serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Hollande, li Bexdayê ligel Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoya İraqê Selîm Cibûrî civiya û rewşa dawî ya navçeyê û şerê ligel DAIŞê gotûbêj kirin.




