26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hinek alî li Badînan hatine şikestin..Dixwazin bi Enfala Şingalê PDKê bihetikînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê, Hêmin Hewramî ragihand, hinek aliyên siyasî bi dirêjahiya dîrokê li devera Badînan di pirsên siyasî û dîmokrasî de hatine şikestin, niha jî dixwazin bi muzayede kirin bi karesata Şingalê, ku wek Enfal bi nav kir, PDKê bihetikînin.

Hêmin Hewramî derbarê Şingalê got: “Şingal her demê kela zer ya PDKê bû û wê her zer bimîne.”

Wî endamê serkirdatiya PDKê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Barack Obama bi werçerxaneke mezin da zanîn, ku tê de behsa pirçekirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir û piştevaniya Gelê Kurd kir.

Bi boneya salvegera Şoreşa Îlonê, Hewramî di semînarekê de got: “Şoreşa Îlonê hişt hikûmeta Iraqê ya wî demî danûstandinan ligel me bike, meznayetî û serkeftina wê şoreşê vedgere bo rêberayetiya Barzaniyê nemir û wî demî berev serxwebûn û azadiya miletê xwe ve diçû, niha jî bi serokatiya Serok Barzanî em ji wê hêviyê nêzîk bûne.”

Hêmin Hewramî behsa hinek aliyên siyasî kir, ku dixwazin karesata neteweyekê veşêrin û bikin muzayedeyeke siyasî bo PDKê li wê navçeyê bihetikînin, dibêje: “Bi dirêjahiya dîrokê li devera Badînan di pirsên siyasî û dîmokrasî de hatine şikestin, Şingal dûbara karesata Enfalan bû, nabe wek şikestina aliyekî bê naskirin.”
 

Nûçeyên têkildar