26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Di demeke nêz de wê Şingal bê rizgar kirin..Em bistek ji axa xwe di destê terorîstan de nahêlin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ligel kesayetiyên olî, civakî û xelkê deverên Şengal, deşta Neynewa, Telefer û Zumarê de civiya û di wê civînê de ragihand ku di demeke nêz de wê Şingal bê rizgar kirin û tekez kir ku ew bistek ji axa Kurdistanê di destê terorîstan de nahêlin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta giftûgo kirin li ser rewşa wan deveran ku ketine ber êrîşên terorîstên DAIŞê û herwiha agehdar bûn ji rewşa awareyan û gohê dan bo pêşniyar û nêrînên wan îro li gel kesayetiyên olî, civakî û rêspiyên Êzîdî, Mesîhî, Misilman, Tirkman, Ermen, Şebek û nunerên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên devera Şnegal, deşta Neynewa, Telefer û Zumarê de civiya.

Di civînê de Serok Barzanî peyvek pêşkêş kir û behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê û herwiha êrîşên terorîstên DAIŞê bo ser xelkê dever kir û hevxemiya xwe jî bo xelkê deverê diyar kir û got:
“Ew karesata han karesatêke ku bi ser tevahiya gelê Kurd de hatiye û tevahiya me hevbeş û hevxemin.”

Serok Barzanî got: “Ew rewşa han ya aloz encama siyastên şaş yên hikûmetên berê yên Iraqê ye.”

Derbarê êrişên terorîstan de jî Serok Barzanî got: “Terorîst ti sînorek bo nirxên mirovatî nanasin û armanca wan destdirêjî kirin tirsandina xelke, lê niha terorîst nikarin xwe bigirin û bilez paş ve diçin û hêza wan bo êrîş kirinê nemaye û ti pêşerojeke wan li vê welatî de tuneye.”

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku “Gelê Kurd ne bi tenêye û tevahiya cîhanê piştgîriya me dike û rola Hêzên Pêşmerge di warê şikestina terorîstan û pêşîgirtin ji pêşreviya wan bi roleke girîng wsif kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku eger em bi tenê bin jî û ti kesek hevkariya me jî neke vê emê nehêlin bistek axa Kurdistanê di destê terorîstan de bimîne.”

Serok Barzanî herwiha behsa rewşa awareyan jî kir û ragehand ku “çareseriya hertimî ya kêşeya awareyan ewe ku deverên wan werin azadkirin daku bikaribin wegerin mal û warên xwe û nabe ti kesek hizra bicîh hêştina welatê xwe bike û dibe li welatê xwe de bimînin yan em bi hevre di nava azadî û serbilindî de dijîn anjî em bi hevre dimirin.”

Serok Barzanî behsa vê yekê jî kir ku “ew kesên di rojên destpêkê de kemasî kirine wê radestî dadgehê werin kirin û tên cezakirin. Ew kes anjî ew aliyên ku destê wan di azardana xelkê Şengalê de hebûye seda sed tên cezakirin û ev yek jî ji beşdarwanan re eşkere kir ku wê di demeke nêz de Şengal û tevahiya deverê ji destê terorîstan bên rizgarkirin. Em bistek ji axa xwe di destê terorîstan de nahêlin.”

Di dawiya civîna han de derî bo giftûgoyeke vekirî hate vekirin û beşdarwanên civînê jî derbarê çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û çend pirs jî ji Serok Barzanî pirsîn û Serok Barzanî jî bersifa wan pirsan da.

Nûçeyên têkildar