26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrê Kurdistanê 700 ton xwarin û xorak û pêdviyên pijîşkî şandin Çiyayê Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Li ser fermana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 700 ton xwarin û xorak û pêdviyên pijîşkî û cil û berg hat şandin bo Çiyayê Şingalê.

Nûnerê taybet yê Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbarên xelkê Şingalê Dr. Nûrî Osman ji KDP.info re ragihand: “Ji destpêka bûyerên Şingalê ve, Serokwezîrê Kurdistanê biryar daye, her çawabe, divê hevkarî bighên koçberan, li ser vê fermana Nêçîrvan Barzanî, heta niha gehandina hevkariyan didome û tenê duh çarşemê, 3 kamyon ji xwarinê û kel û pelên pêdivî bi rêya Sûriyê çûn ser Çiyayê Şingalê.”

Nûrî Osman diyar kir: “Ew hevkariyên ku ji xwarin, xorak û pêdiviyên mîna cilan û derman û pêdiviyên din pêk tên, ku heta niha 700 ton ji wan hatine şandin û gehiştine destê koçberên li ser Çiyayê Şingalê.”

Nûçeyên têkildar