25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rêxistina DAIŞê Ereb, Amerîka û Tirkiyeyê civandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li Erebistana Siûdî bi armanca gotûbêjkirina têkoşîna hemberî DAIŞê civîneke berfireh bi beşdariya wezîrên derve yên welatên erebî û cîhanê dest pê kir.

Ajansa fermî ya Erebistana Siûdî ragihand ku îro li bajarê Cedde yê Erebistana Siûdî bi beşdarbûna Encumena Hevkariya Kendavê û Misr, Urdin, Libnan, Tirkiye, DYA û Iraq, bi armanca gotûbêjkirina têkoşîna hemberî DAIŞê civînek tê lidarxistin.

Ajansê herwiha eşkre kir ku, “Di civînê de pirsa terorê, têkoşîna hemberî rêxistinên radîkal û hêzên ku piştgiriya wan dikin tên gotûbêjkirin.”

Balkêş e ku ew civîn çend saetan piştî ragihandina pilan û stratejiya şerê li dijî DAIŞê ji aliyê Serokê Amreîkayê Barack Obama ve tê lidarxistin.

Nûçeyên têkildar