26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Tirk û Demîrtaş êrişên DAIŞê û pêvajoya Aşîtiyê nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêrê-KDP.info- Di hevdîtinekê mavbera Cîgirê serokê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê û her yek ji Ehmed Tirk û Selahedîn û hejmarek ji parlamenteran, pêvajoya aşîtiyê li Tirkiyê û ew pêngavên ku ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê û aliyên Kurdî bo serxistina aşîtiyê hatine avêtin, hatine nirxandin. Nêçîrvan Barzanî bizavên çareserkirina siyasî û aştiyane bo pirsa Kurd li Tirkiyê bi pêngaveke girîng bo nemanî şer û pêşkewtina aşîtiyê û çareserkirina kêşeyan da zanîn û hemû hevkarî û piştgiriyekê bo serketina pêvajoya aşîtiyê dûpatkir.

Îro pêncşemê li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê yaku ji her yek ji Ehmed Tirk, Selahedîn Demîrtaş û hijmareke din ji Parlementerên HDP û KCD pêk hatibû kir.

Di hevdîtineke de behsa rewşa niha ya deverê û metirsiyên terorîstên DIŞIê bo ser Kurdistanê û yekdengî û yekhelwestiya Kurdistaniyan ya li hember terorîstan hate kirin.

Her di vê hevdîtina han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku terorîstên DAIŞê destkeftên gelê Kurd kiriye armanc lewre lazime tevahiya çîn û pêkhateyên Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestî şerê terorîstan bikin jiber ku yekrêziya Kurdan gerentiya şikestina terorîstaye.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa qonaxa çareseriya pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê jî hate kirin û Nêçîrvan Barzanî hewldanên heyî yên bo çareser kirina aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê bi hewleke gelek girîng wesif kir û amade bûna hikûmeta Kurdistanê jî bo pêşkêş kirina her cure hevkarî û piştgîriyekî diyar kir.

Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser girîngiya hebûna kenalên jihev fêmkirin û diyalogê di navbera tevahiya aliyan de kirin û eşkere kirin ku dibe tevahiya aliyên siyasî yên tevahiya Kurdistanê ligel berçav girtina şert û mercên siyasî yên beşên Kurdistanê hevkarî û piştgîriya hevûdu bikin.

Nûçeyên têkildar