Amerîka bi buhayê 25 milyon dolaran çekan dide Hêzên Pêşmerge û wan perwede dike

Waşinton-KDP.info- Koşka Sipî ya Amerîkayê îro pêncşemê ragihand ku Serokê Amerîka Barack Obama razî bûye ku bilez çek û pêdviyên leşkerî bi buhayê 25 milyon dolaran bişînin Hewlêrê.
Malpera fermî ya Koşka Sipî ya welatê Amerîkayê belav kiriye ku Barack Obama duh êvarî razî bûye ku hevkarî bilez bo hikûmeta Herêma Kurdistanê bi buhayê wan 25 milyon dolar e bên şandin û hêzên Pêşmerge li ser bikaranîna wan perwerde bike.
Ev daxuyaniya koşka Sipî bo hevkariya bilez bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî çend seatan ji tê ji serdana Wezîrê Derve yê wî welatî bo Bexdayê û hevdîtinên wî ligel berpirsên Iraqê, ku girêdayî bû bi pêkanîna hevpeymaniyekê Herêmî û navdewletî bo rûbirûbûna rêxrawa DAIŞê.




