25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Opozîsyona Sûriyê piştgiriyê dide pilana Amerîkayê li dijî DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê pêşwazî li plana Serokê Amerîkayê (DYA) Barack Obama bo lêdana DAIŞê li Sûriyê kir.

Hevpeymaniya Niştimanî di daxuyaniyekê de pêşwazî li pilana Serokê DYAyê Barack Obama kir û daxwaz jî kir ku ew operasyon rêjîma Beşar Esed jî bigrin.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew bi germî piştgiriyê li pilana Amerîkayê bo perwedekirina hêzên Opozîsyona û operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê dikin.

Di wê daxuyaniyê de hatiye: “Bo paqijkirina navçeyê ji çekdarên radîkal pêwîst e rêjîma Beşad Esed jî jinav biçe.”

Barack Obama di civîneke rojnamevanî de peyama xwe de ku stratejiya xwe ya li dijî DAIŞê eşkere kir û da zanîn ku dê operasyon û êrişên hewayî yên li dijî DAIŞê li Iraqê bidomin û got, ev êriş dê li dijî çeperên DAIŞê “li her derî” bên kirin.

Serokê DYAyê anî ziman ku ew ne tenê li Iraqê dê li dijî Sûriyê jî êrişî DAIŞê bikin û di vê yekê de qet dudiliyê nakin.

Barack Obama diyar kir ku di şerê li dijî DAIŞê de nikarin bi Beşar Esed bawer bikin û ragihand, li şûna rêjîma Esed dê bi hêzên Opozîsyona re kar bikin.

Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê got: “Ev demeke dirêje em daxwaza vê bizavê dikin. Hûn dikarin pişta xwe bi Artêşa Azad ya Opozîsyona Sûriyê jî girêdin, lê pêwîstiya wê artêşê bi hevkariyên leşkerî heye.”

Herwiha Hevpeymaniya Niştimanî tekez kir, “Divê her kes bizane ku rêjîma Beşar Esed bingeha belavbûne terorê ye. Lewra pêwîst e ew operasyon li dijî DAIŞê rêjîma wî jî bigrin.”

Nûçeyên têkildar