Mesrûr Barzanî: Me daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku hevkariya Pêşmerge bike û çekên giran bide wan

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî behsa bandore operasyonên asmanî yên balafirên Amerîkayê li dijî navendên DAIŞê dike û daxwaz dike ew opersyon berfirehtir bibin.
Mesrûr Barzanî, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de ligel televizyona CBS News de dibêje: Ew operasyonên asmanî yê Amerîkayê qazanica wan pir mezin bû, hêzên Pêşmerge sipasiya Amerîkayê dike bo wan hevkariyan, lê ez bawerim ew operasyon ne besin.
Derbarê mîkanîzma şikenandina DAIŞê, Mesrûr Barzanî wiha got: “Çekdarên DAIŞê li Sûriyê hîna hest bi piştrastiyê dikin û li navçeyên mîna Mûsil û Tilefer hest bi metirsiyê nakin.”
Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî dibêje: “Em dibînin ku serkirdayetî û sîstemên wan li her cihekî bibin armancên operasyonan.”
Mesrûr Barzanî dibêje, Kurd hêviya hevkariyên siyasî zêdetir ji Amerîkayê dike, û derbarê bizavên Kurdistanê ligel Amerîkayê derbarê pirçekirina Hêzên Pêşmerge, got: “Niha navendeke hevbeş li navbera Pêşmerge û Amerîkayê de heye, me daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku hevkariya hêzên Pêşmerge bike û çekên giran bide wan.”
Herwiha Mesrûr Barzanî di wê hevpeyvînê de behsa qirkirina Êzîdiyan û kêşeya koçberan li Kurdistanê û alozî û nebûna baweriyê di nava pêkhatên Iraqê de.




