Pêşmerge xelkê Şêxanê pişt rast dikin..Vegerin malên xwe Şêxan aram e

Şêxan-KDP.info- Berpirsê liqa PDKê li Şêxan ragihand ku Hêzên Pêşmerge xelkê piştrast dikin ku rewşa Şêxan aram e û dikarin vegerin ser mal û milkên xwe.
Di destpêka êrişên terorîstên DAIŞê bo ser sînorê devera Şêxan, Hêzên Pêşmerge bi hemû awayekî li wê eniyê berevanî kirin lê beşek ji xelxên wê koçber bûn û niha Hêzên Pêşmerge xelkê piştrast dikin ku rewşa Şêxan aram e û dikarin vegerin ser mal û milkên xwe.
Elî Ewnî, berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ji KDP.info re ragihand: “Tevî ku pir xelk vegeriyane ser malên xwe, lê em daxwaz ji xelkên xwe dikin ku vegerin cihên xwe û em wan piştrast dikin ku devra Şêxan aram e û ti metirsî ji wan terorîstan liser nîne û bi temamî ji aliyê Hêzên DAIŞê ve tê parastin.”
Ewnî wiha jî domand: “Terorîstên DAIŞê roj li pey roj direvin û Pêşmergeyên qehreman berdewam di pêşrewiyê de ne, Hêzên Pêşmerge ew dever bi temamî kontrol kirine.”




