26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Pêşmerge: Çek ji bo şer in..Wezaret dê werbigre û belav bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew çek û teqemenî û pêdviyên leşkerî ku tên bo Herêma Kurdistanê hemû dê ji aliyê Wezareta Pêşmerge bi fermî û bi lîst û nivîsandin werbigre û dê Wezaret li gorî riyên guncayî û li ser daxwaz û pêwîstiya odeyên operasyonan û yekeyên Hêzên Pêşmerge û hêzên asayişê navxwe belav dike.

Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Ew hemû aliyekî pişt rast dikim ku lîsta çekên hatî û çûyî li ba me parastî ye û em amadene her gavê ji her kesî re diyar bikin, lewra em hêvîdarin guman lib a ti kesî nemîne.”

Wezîrê Pêşmerge got: “Em Hêzên Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayişê yan qehreman pişt rast dikin ku ew çekên ku dên hemû ji bona we ye û ji bona şerê niha ye, hêvîdarin bi başî bibarêzin û bi başî bi kar bînin.”

Seyid Qadir wiha jî got: “Ew çek û teqemenî û pêdviyên leşkerî ku tên bo Herêma Kurdistanê hemû dê ji aliyê Wezareta Pêşmerge bi fermî û bi lîst û nivîsandin werbigre û dê Wezaret li gorî riyên guncayî û li ser daxwaz û pêwîstiya odeyên operasyonan û yekeyên Hêzên Pêşmerge û hêzên asayişê navxwe belav dike.”
 

Nûçeyên têkildar